Mihemed Kemal: Em hewl didin bi rêya hilbijartinan rêveberiya Kerkûkê biguherînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê Sêyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, wan îro bi fermî baregeha xwe vekir û hêvî dikin di hilbijartinên bê de biser bikevin.
Berpirsê Liqê Sêyem ê PDKê li Kerkûkê Mihemed Kemal ji K24ê re ragihand: “Em berê jî li vir bûn, lê baregehên me hatibûn dagîrkirin. Îro me baregeha xwe vekir û emê di xizmeta xelkê Kerkûkê de bin.”
Kemal got: “Em hêvîdar in ku di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de serkeftineke baş bi dest bixin, ji bo guhertina rêveberiya xirab a bajêr.”
Got jî: “Baweriya me bi biratî, yekîtî û pêkvejiyanê heye. Ev der bajarê Kurd, Tirkmen, Ereb, Keldanî û Suryanan e. Em hêvîdar in bi gelên din re xizmeta vî bajarî bikin.”
Berpirsê Liqê Sêyem ê PDKê li Kerkûkê got: “Emê roja Sêşemê bi fermî dest bi kampanyaya hilbijartinan bikin û bernameya lîsteya me jî dê were belavkirin.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hêzên Iraqî dest danîbûn ser baregeha PDKê ya li Kerkûkê. Piştî şeş salan jî, PDKê îro baregeha Liqê Sêyem ê li Kerkûkê bi fermî vekir.
Baregeha Sêyem a PKKê li Kerkûkê bi hezaran alên Kurdistanê û PDK hat xemilandin. Welatî dibêjin: “Vegera PDK'ê û vekirina baregeha Liqê Sêyem, vegera rûmeta Kurd û Kerkûkê ye.”