Li Qamişlo, romana "Komara Seg" a Îbrahîm Yûsif bû mijara semînereke wêjeyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser vexwendina Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê û bi hevkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyeyê, semînereke rexneyî-diyalogî derbarê romana "Komara Seg" a helbestvan û romannivîs Îbrahîm Yûsif de hat lidarxistin.
Çalakî îro 29ê Hezîranê li pirtûkxane û kafeya Kelayê ya li Qamişlo û bi beşdariyeke berbiçav a rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyên siyasî pêk hat.
Nirxandina rexneyî ji aliyê Dr. Welat Mihemed ve, ku ji Almanyayê beşdar bûbû, hat pêşkêşkirin. Dr. Welat bi nêrîneke panoramîk û kûr, lêkolîneke rexneyî pêşkêş kir û roman ji gelek aliyên wê yên hunerî û ramanî ve nirxand, ji wateya sernavê bigire heta digihîje karakter, binyada vegotinê û şêwazê.
Dr. Welat bal kişand ser sembolîzma sernavê û da zanîn, bikaranîna peyvên "Komar" û "Seg" xwedî wateyên çandî yên cihêreng in, çi di çarçoveya Rojhilatî de, çi jî di ya Rojava de, û hilbijartina wan ne rasthatin bûye. Herwiha tekez kir, vegotina hevgirtî û hûnandina xurt a romanê, xwîner ber bi şopandinê ve dikişîne û herwiha amaje bi jîrbûna romannivîs di bikaranîna pênc jêgirtinên watedar de kir ku kûrahiya serpêhatiya wî ya vegotinê nîşan didin.
Piştî bidawîbûna nirxandinê, deriyê diyalogê ji amadebûyan re hat vekirin û gelek kesan, bi pirs û nêrînên xwe yên ku rasterast bi naveroka romanê ve girêdayî bûn, gengeşî dewlemend kirin.






