Derhêner Mihemed Ebdulezîz: Dixwazim dramayeke Kurdî çêbikim û serdana Kurdistanê bikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Derhênerê navdar ê Kurd ê Sûrî Mihemed Ebdulezî ragihand, piştî rûxana rejîma Sûriyeyê, rewşa hunerî û çêkirina dramayê li wî welatî ber bi başbûnê ve diçe. Ebdulezîz herwiha daxwaza xwe ya ji bo çêkirina dramayeke Kurdî anî ziman û hewlên Herêma Kurdistanê di vî warî de bilin nirxandin.
Ebdulezîz derbarê rewşa karê hunerî de di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24 re got: "Tevî rewşa ewlehiyê ya ku Sûriye tê re derbas dibe jî, karê me baş bi rê ve diçe. Niha piştgirî ji aliyê Komîteya Drama ya Niştimanî ve ji me re tê dayîn û gelek hêsanî tên kirin." Wî anî ziman ku ew bawer dike îsal dê rewşa karê hunerî baştir bibe û gelek derhênerên din jî dest bi karên xwe kirine.
"Girîng e ku dramaya Kurdî hebe"
Derhênerê Kurd daxwaza xwe ya ji bo xizmetkirina hunera Kurdî jî anî ziman û got: "Ez dixwazim dramayeke Kurdî çêbikim. Weke Kurdekî, ji bo min gelekî girîng e ku drama Kurdî hebe, ferq nake ez derhêner bim, an derhênerên din bin."
Ebdulezîz herwiha hewlên li Herêma Kurdistanê yên ji bo pêşxistina dramayê bilind nirxand û diyar kir: "Niha Herêma Kurdistanê jî hewlên baş ji bo dramayê dide û ez hêvî dikim di demeke nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bikim."
Mihemed Ebdulezîz kî ye?
Mihemed Ebdulezîz derhênerekî sînemayê yê Kurd e ku di sala 1974an de ji dayik bûye û li Tirkiyeyê sînema xwendiye. Wî bi derhêneriya klîbên muzîkê dest bi karê xwe kir û piştre derbasî sînemaya belgefîlm û fîlmên dirêj bû.
Fîlmê wî yê yekem "Nîv Mîlîgram Nîkotîn" (2007) gelek xelat wergirtin û fîlmê wî yê duyem "Şam Ligel Hezkirina Min" (2011) jî rastî giringiyeke mezin hat. Ew di heman demê de helbestan jî dinivîse.
Derbarê nasnameya xwe de, Ebdulezîz dibêje: "Ereb min weke kesekî xwedî rehên Kurdî dibînin ku hewl dide vê çandê bipêş bixe. Kurd jî min weke kesekî 'erebbûyî' dibînin, ji ber ku ez bi zimanê Erebî karê sînemayê dikim."