Bakurê Kurdistanê: Kurdistan24 bûye pira di navbera Kurdan û cîhanê de

Diyarbekir (K24) – Di 10emîn salvegera weşana Kurdistan24 de, siyasetmedar, akademîsyen, mafnas û hunermendên Bakurê Kurdistanê xebatên Kurdistan24 pîroz û hêja dibînin. Ew destnîşan dikin ku Kurdistan24 karîbûye di navbera civaka Kurd û qada navneteweyî de bibe pireke girîng. Bi taybetî akademîsyen balê dikişînin ser wê yekê ku di demekê de ku li Rojhilata Navîn diyaloga di navbera îdeolojiyan de kêm dibe, Kurdistan24 karîbûye li ser ekranên xwe cih bide gelek kesên ku ji hev cuda difikirin.

Deh sal di ser damezrandina Kurdistan24 re derbas dibin û di van deh salan de Kurdistan24 hewl daye bibe dengê hemû civaka Kurd. Kurdistan24, ku xwedîderketina li nirxên Kurdan ji xwe re weke peywirekê dibîne, ji aliyê hemû beşên civaka Kurd ve jî weke dezgeheke girîng a ragihandinê tê dîtin. Siyasetmedar û akademîsyenên Bakurê Kurdistanê amaje dikin ku Kurdistan24 bi xebatên xwe bûye wesîle ku dengê Kurdan bi awayekî xurtir bilind bibe.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel: “Ez 10 saliya Kurdistan24 pîroz dikim. Kurdistan24 dezgeheke girîng e, bi taybetî bûye dengê partiyên Kurdistanî û ji bo me bûye deriyekî girîng. Ew bi awayekî bêalî dixwaze rastiyan bigihîne raya giştî û karekî pîroz û girîng dimeşîne.”

Akademîsyen û Rêveberê Weqfa Stêrka Bakur Prof. Dr. Azîz Yagan: “Ez 10 saliya Kurdistan24 pîroz dikim. Li gorî çavdêriya min, Kurdistan24 sal bi sal ked û bandora xwe zêdetir dike. Em gelek kesayet û nêrînên ji hev cuda li ser ekranên Kurdistan24 dibînin. Ev helwest yek ji pêdiviyên sereke yên ragihandinê ye û rêbazeke zanistî ye.”

Derbarê rol û mîsyona Kurdistan24 de, hunermend û mafnasên Bakurê Kurdistanê didin zanîn ku Kurdistan24 karîbûye di xweşî û nexweşiyan de li cem civaka Kurd cih bigire û di weşan û nûçeyên xwe de hevsengiya pîşeyî biparêze.

Mafnas Îbrahîm Guçlu: “Ez 10 saliya Kurdistan24 pîroz dikim. Kurdistan24 dezgeheke jêhatî ye ku li her çar parçeyên Kurdistanê parastina mafên Kurdan dike. Di vê çarçoveyê de, ez hebûna Kurdistan24 li Bakurê Kurdistanê girîng û hêja dibînim.”

Hunermend Gokhan Aslan: “Dîrok, çand û hunera Kurdan gelekî dewlemend e. Ji bo ku cîhan vê dewlemendiyê bibîne, pêdivî bi ragihandineke pîşeyî heye û Kurdistan24 di vî warî de dibe deriyê hunera Kurdî yê ku hunera Kurdî bi cîhanê dide nasîn. Ez bi hebûna dezgeheke weke Kurdistan24 kêfxweş û serbilind im û 10 saliya wê pîroz dikim.”

Huner, çand, aborî, siyaset, zanist, ziman û dîrok, Kurdistan24 di hemû beşên jiyanê de pêşhatên dawî yên qada navneteweyî tîne nav mala civaka Kurd. Herwiha pirsgirêk û serkeftinên Kurdan jî digihîne qada navneteweyî. Ji vî alî ve, bi çûnûhatineke berdewam, xizmeta Kurdan didomîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment