Balafirxaneya Hewlêrê: Geştên asmanî bi rengekî demkî hatin rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand ku ji ber hebûna metirsiya êrîşên asmanî, hemî geştên hatin û çûnê yên balafirxaneyê bi rengekê demkî hatine rawestandin.
Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ligel hebûna pêleka êrîşan bo ser bajar û asmanê Hewlêrê, geştên hatin û çûnê yên Balafirxaneya Hewlêrê bi rengekê demkî hatine rawestandin."
Ehmed Hoşyar herwesa eşkere jî kir ku ev biryar tenê ji bo parastina silametiya geştyaran e û piştî asayîbûna rewşa ewlehiyê, geştên asmanî dê wekî xwe dîsa bên destpêkirin.
Ev biryara balafirxaneyê di demekê de ye ku her îro sîstema berevaniya asmanî ya hêzên hevpeymanan li Hewlêrê hat çalakkirin û şeş dron li asmanê deverê pûçkirin û êxistin.
Ev êrîşên nû di demekê de ne ku piştî destpêkirina gereka nû ya êrîşên dualî yên navbera Amerîka û Îranê, heta niha zêdetir ji 25 dronan ber bi Hewlêrê ve hatine arastekirin, ku hemî jî li asman hatine pûçkirin û êxistin.