Sûriye bo cara yekê di dîrokê de konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Nivîsîngeha Konsulxaneyan li Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyeyê ragihand ku şandeke fermî ya wezareta wan bi merema vekirina konsulxaneya welatê xwe li bajarê Hewlêrê, ber bi Herêma Kurdistanê ve bi rê ketiye.
Rêveberê Nivîsîngeha Konsulxaneyan li Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyeyê Mihemed Yaqûb îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê nivîsî ku şandeke fermî ya wezaretê wan serdana bajarê Hewlêrê dike.
Mihemed Yaqûb amaje bi wê yekê jî kir ku ev serdan ji bo merema vekirina Konsulxaneya Sûriyeyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û xizmetkirina welatiyên Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê ye.
Navborî diyar jî kir ku armanca serekî ya vê pêngava dîplomatîk hêsankirin û bidawîanîna wan pirsgirêkan e yên ku welatiyên Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê di dema derxistina karûbarên xwe yên konsulî de rûbirû dibin.
Ev pêşveçûn di demekê de ye ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê li roja Çarşemê, 21ê Çileya 2026ê, di çarçoveya ji nû ve rêkxistina peywendiyên dîplomatîk û berfirehkirina çarçoveya nûneratiyên xwe li deverê de, biryara vekirina konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê dabû.
Li ser vê mijarê, Berpirsê Dosya Erebî li Wezareta Derve ya Sûriyeyê Mihemed Teha Ehmed berî niha di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihandibû: "Li ser bingeha biryara Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî, biryar hatiye dan ku balyozxane û konsulxaneyên Sûriyeyê li welatên deverê bên çalakkirin û peywendiyên dîplomatîk normal bibin."
Bi gotina wî berpirsê bilind, konsulxaneya nû ya Sûriyeyê li Hewlêrê dê wek parek ji peykerê Balyozxaneya Sûriyeyê li Bexdayê kar bike. Erkê wê yê serekî pêşkêşkirina şêwirî, hêsankariyên qanûnî û xizmetkariyên konsulî ye, bo wan welatiyên Sûriyeyî yên ku li bajarên Herêma Kurdistanê binecih in.
Ev pêngava nû ya dîplomatîk piştî wê yekê tê ku piştî nemana rejîma berê ya Sûriyeyê di Berçileya 2024ê de, Balyozxaneya Sûriyeyê li Bexdayê bi rengekê demkî hatibû girtin, lê paşê bi hildana alaya nû ya wî welatî dest bi karên xwe kiribû.
Di dîroka peywendiyên her du aliyan de, heta niha tu nûneratiyeke fermî yan konsulxaneya Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê tune bû û hemî karûbarên welatiyan bi rêya balyozxaneya Bexdayê dihatin birêvebirin.