"Huner û Hêvî" Mihemed Fettah bi 24 tabloyan çîroka mirovahiyê vedibêje

Hewlêr (K24) – Li bajarê Hewlêrê 23emîn pêşangeha şêwekar Mihemed Fettah hat vekirin. Pêşangeh ji 24 tabloyan pêk tê û ji bo dema sê rojan berdewam dibe.

Şêwekar Mihemed Fettah bi piranî balinde û masî wekî sembol di tabloyên vê pêşangehê de bikar anîne, da ku wateyên kûr ên jiyanê, êş û azadîya mirovahiyê rave bike.

Mihemed Fettah ji Kurdistan24ê re behsa naveroka berhemên xwe kir û got: "Mijara sereke ya karên min mirov e; çîrokên jiyana mirov ji dayikbûnê heta mirinê. Di tabloyan de behsa tengasiyan, karesatên wekî jenosîd û Enfalê û herwiha têkiliya di navbera nêçîrvan û nêçîrê de tê kirin."

Şêwekar Keywan Barzanî ku yek ji beşdarên pêşangehê bû, li ser sembolên pêşangehê axivî û got: "Di van tabloyan de masî nîşana jiyan û xweşiyê ye, lê balinde nîşana aştiyê ye. Tevî ku êş û karesat tê de hene, lê dîsa jî çirûskeke hêviyê û geşbîniyê tê dîtin."

Rêveberê Giştî yê Huner û Kelepora Hewlêrê Ferheng Xefûr jî diyar kir ku tevgera hunerî li Herêma Kurdistanê di geşepêdanê de ye. Herwiha got: "Dema ku rewş aram be û zemîn guncaw be, huner di hemû warên xwe de; şêwekarî, muzîk, sînema û şanoyê de pêş dikeve. Em dibînin ku tevgera hunerî ne tenê li Hewlêrê, li hemû Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe."

Hunermend Mihemed Fettah di vê pêşangehê de hewl daye bi rêya reng û hêlên xwe, êş û azarên gelê Kurd û di heman demê de hêviya jiyanê nîşan bide. Pêşangeh bûye cihê kombûna hezkiriyên hunerê ku di nava van tabloyan de li wateyên nû yên jiyanê digerin.