Pirtûka nû ya helbestvan Nehrî Goranî "Stranên Axê" hat çapkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê Kurd ê Efrînî Nehrî Goranî, berhema xwe ya nû ya helbestan a bi navê "Stranên Axê" pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî kir.

Pirtûka "Stranên Axê" ji aliyê Weşanxaneya AVA ve hatiye çapkirin û weşandin. Tabloya hunerî ya li ser berga pêşîn a pirtûkê jî, berhema şêwekar Ehmed Qilîç e.

Nehrî Goranî derbarê naveroka berhema xwe ya nû de ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Ez bi sirûd û 'Stranên Axê', êş û kovanên penaberiyê derman dikim û aramiyê di dilê xwe de dimeyînim. Tevî ku dûriya axa welêt zor e, lê hêvî û omîd tu carî di mirov de namirin."

Goranî diyar kir, ev berhem ji kûrahiya êş û hesreta welêt hatiye hûnandin û got: "Ez her dem hewldanên xwe dikim û îro ev berhema min derket ber destan."

Nehrî Goranî kî ye?

Helbestvan Nehrî Goranî di sala 1965an de li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew ev demeke dirêj e bi her du zimanên Kurdî û Erebî helbestan dinivîse.

"Stranên Axê" ne yekem berhema wî ye; beriya niha jî pirtûkeke helbestên Haykû ya bi navê "Vedenga Hewarê" û dîwaneke helbestan a bi navê "Newaya Duderiyê" çap kiribûn.

Ev jî helbest ji pirtûka ”Stranên Axê” ye:

TÎŞKÊN SERÊ ÇIYAYAN

Li bin siya heyvê

keştî berve elendê diçe

Awazine di guhê me de lêdidin

Carinan dilorînin,

Carinan dengvedana sirûdan tê

Lêêêê

kurtepista şeyda bi dizîka

derbasî paceya me dibe

Pace xwe li ba dikin, sema dikin,

Bi tîşkên serê çiyayan re digirinjin

Ta spêdeya me geş bibe.

De bila vebe ew pace,

Paceya şeyda û evînê.