Hêja Netirk bi stîla "Kurdish Acid" klîba “Bûk” belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Stranbêja Kurd Hêja Netirk û hunermendê Kolombiyayî Rico Danta, di bin sîwana koma xwe ya nû "LOMA REQS" de, klîba strana xwe ya yekem a bi navê “Bûk” belav kirin. Ev berhem stîla nû ya bi navê "Kurdish Acid" dide nasîn.

Koma LOMA REQS roja 12ê Berçileya 2025an, vîdyoklîba strana "Bûk" li ser platformên dîjîtal weşand. Ev stran mizgîniya albûma wan a yekem "Qemirî" ye ku biryar e di 31ê Çileya 2026an de derkeve.

Strana "Bûk", versiyoneke nûjen û veguherî ya strana gelerî ya Kurdî “Me Bûk Anî bi Lez û Bez” e. Hêja û Rico Danta çîroka stranê ji gundan derxistine û anîne nava sûkên teng ên bajaran û partiyên "underground".

Di vê şîroveyê de, mijarên wekî paşgotinî û fesadî veguhertine "neqaretê" û ken jî bûye "berxwedan".

Di naveroka stranê de şerê du jinan bi awayekî mîzahî tê vegotin. Hêja Netirk diyar dike ku sedema şerê jinan ê ji ber karê malê, ew e ku ev bar tenê li ser milê wan hatiye hiştin.

Lê belê di klîbê de, jinên ku xema karê malê naxwin û ji xwe re direqisin tên nîşandan. Klîb balê dikişîne ser hezkirin, hevaltî û piştevaniya jinan û peyama "jiyaneke din pêkan e" dide. Di klîba ku li Hamburgê hatiye kişandin de, fîgura Şahmaranê jî cih digire.

Di aliyê muzîkê de, "Kurdish Acid" derdikeve pêş. Tembûra Kurdî û rîtmên Amerîkaya Latînî tên cem hev. Di vê projeyê de Memo KZK bi tembûra xwe, Henning Riez bi Mix & Masteringê beşdar bûne. Herwiha di albûmê de perkasyonîst Hogir Göregen û baterîst Eray Çayli jî cih girtine.

Koma LOMA REQS 

Koma LOMA REQS di sala 2023an de ji aliyê Hêja Netirk û Rico Danta ve hatiye avakirin.

- Hêja Netirk: Hunermenda xelkê Mêrdînê ye ku ev 7 sal in li Almanyayê di sirgûnê de dijî. Ew berê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê mabû. Berhemên wê yên wekî "Stranên Neşuştî" û "Pistepistek Bilind" hene.

- Rico Danta: Hilberîner û kompozîtorê Kolombiyayî ye ku li Bogotayê kompozîsyon û li Hamburgê jî Kompozîsyona Multîmedyayê xwendiye. Ew rîtmên Latînî û muzîka elektronîk digihîne hev.

Albûma "Qemirî" ya ku dê meha bê derkeve, wekî rêwîtiyekê tê pênasekirin ku ji Kurdistanê dest pê dike û ber bi cîhana muzîka elektronîk a navneteweyî ve diçe.