Li Xaneqîn û Kirmaşanê 2 erdhejên li pey hev rû dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêmên sînorî yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de du erdhejên bi hêza 4.8 û 5.0 rû dan. Erdhej heya paytext Bexdayê hat hîskirin, lê ti ziyanên canî nehatine ragihandin.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejnasî ya Iraqê ragihand, derengiya şeva borî erdhejek bi hêza 4.8 li gorî pîvera Richterê li bakurê navçeya Xaneqînê çêbûye.

Li gorî daxuyaniyê, welatiyên li herêmên derdorê û heta niştecihên paytext Bexdayê jî, nexasim kesên ku di qatên bilind ên avahiyan de dijîn, bi vê erdhejê hesiyan e. Rayedaran destnîşan kir ku erdhej di asta "navîn" de bûye û heta niha ti ziyanên canî an madî nehatine qeydkirin.

Li Kirmaşanê erdheja bi hêza 5.0

Ji aliyekî din ve, Navenda Erdhejnasî ya Zanîngeha Tehranê ragihand, berbanga sibê ya îro Çarşemê (6ê Gulana 2026an), erdhejeke hîn bi hêztir li herêma Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê rû da.

Ev erdheja ku hêza wê 5.0 li gorî pîvera Richterê bû, navenda parêzgeha Kirmaşanê, bajarên Geylane Xerb û Serpêla Zehawê hejand. Li gorî agahiyên destpêkê yên ji Rojhilatê Kurdistanê, di vê erdhejê de jî ti ziyanên canî nebûne û tîmên hawarhatinê di rewşa amadebaşiyê de ne.

Herêmên sînorî yên di navbera Iraq û Îranê de ji ber ku li ser hêla çalak a tektonîkî ne, her dem bi rûbirûyê erdhejên wiha dibin.