Axios: Îran dê sibe bersiva pêşniyara Amerîkayê bide

Waşinton li benda bersiva yekalîker a Tehranê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya zêebûna bizavên dîplomatîk ji bo bidawîanîna aloziyan de, çavkaniyên medyayî yên Amerîkayê eşkere kir ku Waşinton li benda Tehranê ye ku di çend saetên bê de bersiveke fermî li ser pêşniyara rawestandina şer bide. Ev pêşhat di demekê de ye ku her du welat danûstandinan li ser "yadaşteke hevfêmkirinê ya demkî" dikin, her çend e hîn duberekiyên mezin li ser hin dozên hestiyar hene.

Malpera “Axios”ê ya nûçeyan ji zarê çend çavkaniyan belav kiriye ku Îran dê sibe bersiva pêşniyara Amerîkayê ya li ser bidawîanîna şer bide. Lê ji aliyekî din ve jî, tora nûçeyan a “CNN”ê ji zarê çend çavkaniyên Amerîkayî eşkere kir ku tê pêşbînîkirin her îro Tehran bersiva pêşniyara Waşintonê bide.

Tevî van pêşhatên dîplomatîk, ajansa nûçeyan a “Reuters”ê ji zarê çend çavkaniyên haydar eşkere kiriye ku ligel berdewamiya danûstandinên nerasterast, hîn cudahî û valahiyeke mezin di navbera nêrînên her du welatan de heye.

Li gorî çavkaniyan, xala herî mezin a duberekiya di navbera her du aliyan de ku bûye asteng li pêşiya lihevkirineke giştgir di doza bernameya atomî ya Îranê û mekanîzma çawaniya birêvebirina Tengava Hurmizê de ye.

Her wan çavkaniyên haydar ji Reutersê re piştrast kiriye ku niha navenda danûstandinên di navbera Waşinton û Tehranê de karkirina li ser darêtina yadaşteke lihevkirinê ya demkî ye. Armanca sereke ya vê yadastê ragihandina agirbestê û rawestandina qonaxa şer e, ligel misogerkirina dubare vekirina Tengava Hurmizê ji bo tevgera bazirganî û deryavaniya navdewletî, heta ku derfetê ji bo lihevkirineke berfirehtir çê dibe.

Ev jî di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku gelek caran behsa îhtîmala gihîştina bi lihevkirinekê ji bo bidawîanîna wî şerî kiriye, yê ku di 28ê Sibatê de hatiye destpêkirin, danê êvarê yê duhî Çarşemê ew pir geşbîn xuya bû û ji rojnamevanan re ragihand: "Di 24 saetên borî de me danûstandinên pir baş kirine û gelek mimkin e ku em bigihîjin lihevkirinê." Paştir tekez kir ku ev mijar "dê bi lez bi dawî bibe."