Aydin Marûf: Serok Barzanî sembola pêkvejiyan û aştiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Barzanî kir, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê, û ragihand ku Serok Barzanî sembola pêkvejiyanê û aştiya civakî ye li Kurdistan û Iraqê.
Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf îro Înî, 21ê Tebaxa 2026ê, di ragihandinekê de bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê, germtirîn pîrozbahî pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir.
Aydin Marûf di peyama xwe de diyar kir ku Serok Barzanî ji her demekê zêdetir piştgir û sembola pêkvejiyanê bûye û herdem bizav bo bihêzkirina aştiya civakî di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de kiriye û piştgirê maf û daxwazên wan bûye.
Ev jî di demekê de ye ku her duhî Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako serdana Serok Barzanî kir û Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê pêşkêşî wî kir.
Kardînal Luîs Sako rêz bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyan, mirovdostî û bihêzkirina aştî û aramiya li Kurdistan, Iraq û deverê de diyar kir; her wiha spasîya Serok Barzanî kir, ku rol di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de hebû.