Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serok Barzanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Qedaseta Papayê Vatîkanê, û ew rêzlêgirtin wekî rêzgirtineka cîhanî bo çanda lêborînê û parastina mafên pêkhateyan li Kurdistanê wesf kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Înî, 21ê Tebaxa 2026ê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Qedaseta Papayê Vatîkanê.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan jî kir ku pêşkêşkirina vê nîşana bilind rêzgirtineka girîng e bo rola diyar û dîrokî ya Serok Barzanî di parastina mafên pêkhateyên olî û neteweyî de li Kurdistan û Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ron jî kir ku ev rêzlêgirtin cihê serbilindiya Herêma Kurdistanê û rêzgirtin e bo çanda pêkvejiyanê, hevduqebûlkirinê û lêborînê wekî taybetmendiyeke civaka Kurdistanê, her wiha bo wan nirxên mirovî ku gelê me herdem pabendî wan e.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî herdem bimîne nîştimanekî aram û parastî bo hemî pêkhateyan û dê li ser berevanîkirina ji cihêrengî, maf û azadiyên hemîyan berdewam be, pêxemetî zêdetir çespandina bingehên aştiyê û rêzgirtina li hevdu li deverê.

Ev jî di demekê de ye ku her duhî Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako serdana Serok Barzanî kir û Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê pêşkêşî wî kir.

Kardînal Luîs Sako rêz bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyan, mirovdostî û bihêzkirina aştî û aramiya li Kurdistan, Iraq û deverê de diyar kir; her wiha spasîya Serok Barzanî kir, ku rol di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de hebû.