PDK: Xelata Vatîkanê itîrafeka navdewletî ye bi rola dîrokî ya Serok Barzanî
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Barzanî kir, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Papayê Vatîkanê, û ragihand ku ev xelat nasîneke navdewletî ya zelal e bo rola dîrokî ya cenabê wî di xurtkirina nirxên pêkvejiyanê de.
Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro Înî, 21ê Tebaxa 2026ê, di ragihandinekê de germtirîn pîrozbahî pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir, bi helkeftina wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Papayê Vatîkanê, ku ji aliyê Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Refaîl Sako ve pêşkêşî cenabê wî hatibû kirin.
Fraksiyona PDKê destnîşan jî kir ku ev rêzlêgirtina bilind a Vatîkanê nasîneke navdewletî ya zelal e bo rola dîrokî û helwestên neguher ên Serok Barzanî di parastina pêkhateyên neteweyî û olî, xurtkirina nirxên bilind ên pêkvejiyana aştiyane û bihêzkirina çanda tebayî û mirovdostiyê li Kurdistan, Iraq û tevahiya deverê de.
Fraksiyona navborî tekez jî kir ku peyam û arasteyên bilind ên Serok Barzanî bo çespandina biratiyê û parastina mafên hemî pêkhateyan wekî rêbaz û hêvênê sereke yê kar û xebata xwe ya parlamentoyî li Bexdayê dibînin.
Ev jî di demekê de ye ku her duhî Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako serdana Serok Barzanî kir û Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê pêşkêşî wî kir.
Kardînal Luîs Sako rêz bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyan, mirovdostî û bihêzkirina aştî û aramiya li Kurdistan, Iraq û deverê de diyar kir; her wiha spasîya Serok Barzanî kir, ku rol di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de hebû.