Serokatiya Omer Îler a Rêxistina Diyarbekirê ya Ak Partî bidawî bû

Diyarbekir (K24) – Li 4 bajêran di rêveberiyên Ak Partiyê de, dê guherîn pêk werin ku yek ji wan bajaran jî Diyarbekir e. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Omer Îler ê ku ji 10ê Rêbendana 2025an ve serokatiya Ak Partiya Diyarbekirê dikir, ji navendê xwestiye ku destûra wî bidin da ku dest ji kar berde.

Ji aliyê Serokatiya Rêxistinan a Ak Partiyê ve hat ragihandin ku dê li 4 bajaran rêveberiyên Ak Partiyê werin guherîn ku ew bajar jî Diyarbekir, Sêrt, Gîresûn û Edene ye ku guherîna rêveberiya Diyarbekir di raya giştî de wek mijarek balkêş derket pêş. 

Hat zanîn ku di vê çarçoveyê de, Omer Îler ê ku ji 10ê Rêbendana 2025an ve Serokê Ak Partîya Diyarbekirê bû ji navendê re daye zanîn ku ew dixwaze dest ji peywira xwe berde û di vê çarçoveyê de ji aliyê navenda Ak Partiyê ve jî hatiye amajekirin ji bo ku li bajaran hebûna Ak Partiyê ya siyasî bigihîje asta herî bilind, nirxandin hatine kirin û biryar hatiye dayîn ku li 4 bajaran guherîn werin pêkanîn û her wiha spasiya kesên peywira xwe radest kirine jî tê kirin.