ÎHD: Divê pirsa kurd tenê bi danîna çekan ve neyê sînordarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Diyarbekirê daxwaz dike ku, ji bo avakirina baweriya civakî û pêşxistina pêvajoya çareseriyê, demildest gavên yasayî bên avêtin û tekez dike ku divê yasaya nû hemû endamên PKKê li xwe bigire.

Di demekê de ku nîqaşên li ser amadekirina projeyasaya çarçoveyî ya "Pêvajoya Aştiyê" li Enqereyê germ dibin, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Diyarbekirê nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê vê mijarê de ji raya giştî re parve kirin. Mafnas û rêveberên komeleyê tînin zimên ku bo pêşketina pêvajoyê û baweriya civakî, bi awayekî lezgîn pêdivîtî bi derxistina yasayeke giştgir heye.

Serokê ÎHDê yê Şaxa Diyarbekirê Ercan Yılmaz derbarê naveroka yasayê de rexne li nêzîkatiya hikûmetê girt û ragihand: "Dewlet dibêje bila endamên PKKê vegerin lê serkirdeyên wan bila venegerin. Eger serkirdeyên PKKê venegerin, ew dê bi ku de biçin? Dema şervanên PKKê binihêrin ku fermandeyên wan venagerin, ew bi xwe jî venagerin. Ji ber wê yekê, divê hemû endamên PKKê bêyî cudahî sûdê ji wê yasayê werbigrin ku biryar e bê derxistin."

Rêveberên komeleyê herwesa balê dikişînin ser wê yekê ku pirsa kurd pirseke berfireh e û tenê bi danîna çekan ve nayê sînordarkirin, belku ligel vê pêngavê pêdivîtî bi çaksaziyên kûr ên demokratîk heye daku civak bi vê pêvajoyê bawer bibe.

Nunerê Herêmî yê Komeleya Mafên Mirovan Mehmet Tahir Saçakli jî li ser vê xalê got: "Divê pirsa kurd tenê bi yasaya danîna çekan ve neyê girêdan. Pêdivî bi çaksaziyên demokratîk heye da ku çareseriyeke giştî û mayinde pêk were."

Li gorî daxuyaniya ÎHDê, mafnas daxwaz dikin ku ev yasaya çarçoveyê hemû girtiyên siyasî azad bike û di heman demê de rê li ber vegera wan kesên di dîasporayê de ne, ku siza wergirtine an jî dozên wan li dadgehan berdewam dikin, veke.