Mihemed Şukrî: Komîsyoneke bilind bo berbazarkirina genimê cotkaran hatiye avakirin

Mihemed Şukrî
Mihemed Şukrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand ku komîsyoneke bilind bo berbazarkirina genimê cotkaran hatiye avakirina, û heta niha 11 kompaniyên navxweyî navên xwe tomar kirine daku tevlî hinardekirina genim bo bazazarên cîhanî bibin.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro Çarşemê, 19ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê ragihand ku di çarçoveya bizavên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo piştevanîkirina sektora çandiniyê û parastina mafên cotkaran, komîsyoneke bilind bo firotin û berbazarkirina genimê navxweyî hatiye avakirin.

Mihemed Şukrî diyar jî kir ku ev pêngava stratejîk a hikûmetê bi armanca bihêzkirina jêrxaneya aborî û rêgirtina li zirarên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê ye, daku bikaribin berhemên xwe bi awayekî hejî bifiroşin.

Navborî aşkere jî kir ku heta niha 11 kompaniyên navxweyî navên xwe bo tevlîbûna di pêvajoya hinardekirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê bo bazazarên cîhanî de tomar kirine.

Serokê Desteya Veberhênanê herwesa bal kişand ser hûrgiliyên dema bicihanîna wê projeyê û ron kir ku “pêvajoya hinardekirina genim dê bo dema mehekê berdewam bibe”.

Mihemed Şukrî herwesa ragihand ku bo zêdetir teşvîqkirina kerta taybet û hêsankariya di pêkanîna karan de, her kompaniyeka di vê pêvajoyê de pişkdar bibe dê bi temamî ji bac û resmên gumrukê bê efûkirin.