Sê projeyên stratejîk ên geştyariyê li Îdareya Raperînê tên bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Geştuguzarê yê Îdareya Raperînê ragihand ku piştî wergirtina rezamendiyan, biryara çêkirina sê projeyên geştyariyê hatiye dan ku hotêleke pêncstêrkî û komplekseke mezin vedigirin, her wiha destnîşan kir ku encamên nirxandina pêşniyarên 10 veberhêneran dê heftiya bê bi awayekî dîjîtalî bên ragihandin.
Rêveberê Giştî yê Geştuguzarê yê Îdareya Raperînê Diyarî Dilşad îro Çarşemê, 19ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê ragihand ku piştî wergirtina rezamendiya Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê, biryara çêkirina sê projeyên geştyariyê li sînorê wan hatiye dan.
Diyarî Dilşad hûrgiliyên wan projeyan eşkere kirin û got: "Ev proje ji çêkirina hotêleke pêncstêrkî ya navdewletî û komplekseke geştyarî pêk tên, ku çend hotêl, motêl, xwaringeh û yarîgehên zarokan vedigirin."
Rêveberê Giştî yê Geştuguzarê yê Îdareya Raperînê da zanîn jî ku heta niha 10 veberhêneran pêşniyarên xwe bo bicihanîna van projeyan pêşkêş kirine û niha komîsyoneke taybet mijûlî nirxandina wan e, û heftiya bê encamên dawiyê û navên veberhênerên ku wan projeyan werdigirin dê bi awayekî dîjîtalî bên ragihandin.
Navborî di pareke din a daxuyaniya xwe de amarên geştyarî jî aşkere kirin û diyar kir ku li Îdareya Raperînê 120 cî û navçeyên geştyarî hene, di şeş mehên destpêkê yên vê salê de jî zêdetirî 150 hezar geştiyaran serdana Ranyayê û derdora wê kiriye.
Rêveberê Giştî yê Geştuguzarê yê Îdareya Raperînê tekez jî kir ku tevî ku hejmara geştiyaran beranberî salên borî zêde bûye jî, lê hîn di astê armancên wan de nîne û armanca wan a sereke zêdekirina rêjeya geştyarên biyanî û yên ji parêzgehên başûr û navenda Iraqê ye.
Îdareya Raperînê çend deverên geştyariyê yên xwezayî hene, wekî Derbenda Ranyayê, Gelî Bêtwateyê, Seyrangeha Boksînê, Seyrangeha Binê û Kêwereş, tevî gelek deverên din ên geştyariyê.