Bakirhan: Ji bo pêkanîna demokrasiyê divê pirsa Kurdan bê çareserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan tekez kir ku çareserkirina pirsa Kurdan şertê serekî ye ji bo pêkanîna demokrasiyê li Tirkiyeyê, û herwesa rexne li lawaziya livîna aliyên opozîsyonê jî girt.
Hevserokê Partiya Yeksanî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di dema tevlîbûna xwe ya di bernameyeka kanaleka nêzîkî partiya xwe de, nêrîn û dîtinên xwe di derheqa dawî pêşveçûnan de ber çav kirin.
Bakirhan di çarçoveya proseya aştiyê de bang li aliyên opozîsyonê kir û ragihand: "Pirsa Kurdan bandorê li ser tevahiya pirsgirêkên Tirkiyeyê dike, ji bo bidestxistina demokrasiyê, divê pirsa Kurdan bê çareserkirin. Livîna aliyên opozîsyonê kêm e û ji taxên xwe dernakevin."
Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan û da zanîn jî ku divê îtîraf bi hemî mafên Kurdan bê kirin, û mana hêzên Kurdî li deverên Rojavayê Kurdistanê jî giring dibîne.