Kabîneya Tirkiyeyê dicive: Pêvajoya aştiyê û mûçeyên 2027an di rojevê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro Duşemê (23ê Mijdara 2026an) bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Beştepeya Enqereyê tê lidarxistin. Di civînê de pêşhatên dawî yên pêvajoya aştiyê, çaksaziyên di mûçeyê xanenişînan de, danûstandinên diyarkirina kêmtirîn mûçeyê karkeran ê sala 2027an û dosyeya lêkolîna li ser sindoqên veberhênanê tên gotûbêjkirin.
Di mijarên aborî yên civînê de, egera sererastkirina mûçeyê xanenişînan, amadekariyên ji bo diyarkirina kêmtirîn mûçeyê karkeran ê sala 2027an û lêkolîna li ser dosyeya sextekarî û destkarîkirina bazarên sermayeyê dê di nav mijarên sereke de bin.
Derbarê mûçeyê xanenişînan de, tê çaverêkirin ku ligel wê zêdekirina yasayî ya ku biryar e di Çileya 2027an de bê cîbicîkirin, çaksaziyên zêdetir jî bi mebesta bilindkirina dahata xanenişînan bên gotûbêjkirin. Hevdem tîmên aborî dê nirxandinên xwe yên derbarê pêvajoya diyarkirina kêmtirîn mûçeyê karkeran de pêşkêş bikin.
Li aliyê din, qonaxa dawî ya lêkolîna li ser wan sindoqên veberhênanê tê gotûbêjkirin ku tohmeta sextekarî û destkarîkirinê arasteyî wan hatiye kirin. Herwiha tê çaverêkirin ku rêkarên hatine girtin û hewldanên ji bo qerebûkirina ziyanên veberhêneran bên nirxandin.
Di mijarên ewlehiyê de jî, kabîneya hikûmetê dê pêşhatên dawî yên pêvajoya aştiyê û wan gavên ku di wê çarçoveyê de hatine avêtin gotûbêj bike.