Îraq du balafirên Sedam Hisên difiroşe
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêla Asmanî ya Îraqê du balafirên kevn ên cembo ku ji sala 1991ê ve li Tûnisê mane, bi nirxê 900 hezar dolaran ji bo her yekê ji wan dixe mezada aşkere; ku parek ji wan girêdayî balafira taybet a serdema Serokê berê yê Îraqê Sedam Hisên e û bi navê "Qadisiye" tê naskirin.
Hêla Asmanî ya Îraqê du balafirên kevn ên "Boeing 747" ên cembo xistine mezada aşkere, ku parek ji wan taybet ji bo Serokê berê yê Îraqê Sedam Hisên hatibûn çêkirin û nirxê her balafirekê bi 900 hezar dolaran hatiye diyarkirin; yek ji wan balafiran dîrokeke taybet heye û bi navê "Qadisiye" tê naskirin.
Balafira Qadisiye di sala 1982ê de wekî balafireke taybet ji bo Sedam Hisên hatiye çêkirin û jûra razanê ya taybet, hola civînan û holeke rûniştinê ya şahane tê de hene. Ev cûnê balafiran gelek kêm e û tenê 45 kopî jê hatine çêkirin.
Di 1ê Çileya sala 1991ê de û berî destpêkirina Şerê Kendavê, ew her du balafir ji bo parastina wan ji metirsiyên şer ji bo balafirxaneyekê li Tûnisê hatin veguhastin û ji wê demê ve nehatine vegerandin. Bi dirêjahiya salên şer, dorpêçên navneteweyî û rûxana rêjîma berê di sala 2003ê, ew balafir li wê derê mane û ev nêzîkî 36 salan e ku li heman balafirxaneyê hatine bicihkirin.
Hêla Asmanî ya Îraqê amaje bi wê yekê kiriye ku ew balafir "wekî ku niha hene" tên firotin, bêyî ku ti garantiyek bê dan ku şiyana wan a firînê heye, herwisa bikir dê ji tevahiya lêçûnên veguhastin, bac û gumrikê berpirs be.
Îraqê berê jî, di salên 2010 û 2023an de, bizav kiribû ku wan balafiran bi nîvê nirxê niha bifiroşe, lê ti bikirek nebû. Pêşkêşkirina daxwaznameyan ji bo kirîna balafiran dê di 21ê Berçileya îsal de dest pê bike.