Şêrwanî: Rawestandina pişka berhemên petrolê bo Herêma Kurdistanê demkî û neqanûnî ye

Sîpan Şêrwanî
Sîpan Şêrwanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Parlamentoya Îraqê û Lîjneya Petrol û Gazê Sîpan Şêrwanî ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku ew biryara ji aliyê Kompaniya Parvekirina Berhemên Petrolê ya Îraqê ve derketiye, li gorî gotina wan, rawestandineke demkî ye û ne herdemî ye, herwisa tekez li ser wê yekê jî kir ku careke din dest bi şandina pişkan tê kirin.

Endamê Parlamentoya Îraqê û Lîjneya Petrol û Gazê Sîpan Şêrwanî îro Duşem, 23ê Mijdara 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku ev biryar parek ji wan rêkaran e yên ku hikûmeta federalî ji bo jinavbirina qaçaxçîtiya petrol û berhemên petrolê daye ber xwe.

Sîpan Şêrwanî herwisa ragihand ku bi gotin û zanyarên wan, ti dever û parêzgeheke din a Îraqê ji qaçaxçîtiyê bêpar nîne, lê biryarên wesa ji bo ti devereke din derneketine ji bilî Herêma Kurdistanê.

Wî endamê Lîjneya Petrol û Gazê herwisa got: “Cudakirina Herêma Kurdistanê û serederiya taybet bi vî awayî ne qanûnî ye.” Wî herwisa ragihand ku nabe ev yek bê derbazkirin û divê bi zûtirîn dem dest bi şandina pişkan ji bo Herêma Kurdistanê bê kirin.

Şêrwanî eşkere jî kir ku armanca rêkaran destnîşankirina wan kompanî û kargehan e yên ku pabendî qanûnê nabin yan parek in ji qaçaxçîtiyê, lê tekez li ser wê ykê jî kir ku bi şewitandina ter û hişkan bi hev re rê li ber qaçaxçîtiyê nayê girtin.

Navbirî zelal jî kir ku berdewam lîjneyên şopandin û çavdêriyê ji Bexdayê ve – ji wan jî lîjneyên Wezareta Petrolê, Wezareta Pîşesaziyê û lîjneya parlamentoyê – bi awayekî gerî, ji nişkê ve û car car serdana wan kargeh û yekîneyan kiriye yên ku pişk pê tên dan û di bin çavdêriya wan de ne, ji ber vê yekê li wan cihan qaçaxçîtî nîne.

Endamê Parlamentoya Îraqê û Lîjneya Petrol û Gazê herwisa got ku ew bi ti awayekî piştevaniya qaçaxçîtiyê nakin, ji aliyê ti kargeh û kompaniyekê ve û bi tevahî piştgiriya rêkarên jinavbirina qaçaxçîtiyê dikin. Herwisa wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, ew piştgiriya pêngavên jinavbirina qaçaxçîtiyê dikin, lê rawestandina pişka berhemên petrolê ji bo hejmareka kargehên hesin, çîmento û kargehên din dê bandoreke neyînî li ser tevgera bazirganiyê û peydakirina wan madeyan di bazarê de bike û zirarê digihîne aboriyê.

Di derheqa dema çareserkirina wê pirsgirêkê de jî, Sîpan Şêrwanî ji Kurdistan24ê re ragihand ku biryar e sibe yan dusibe dest bi bicihanîna şandina pişka wan kompaniyan bê kirin, herwisa tekez li ser wê yekê jî kir ku divê lez bê kirin û ew jî wekî parlamentoyê ligel aliyên peywendîdar li ser xetê ne û qebûl nakin ew biryar vekêşe.

Di dawiya axaftina xwe de jî, wî endamê Parlamentoya Îraqê tekez kir ku ew piştgiriya jinavbirina qaçaxçîtiyê li her cihê Îraqê dikin. Herwisa got jî ku divê bi rengekê cidî rê li ber qaçaxçîtiyê bê girtin û her kes jî dizane qaçaxçîtî li ku derê ye û kî ne ew kesên ku mezintirîn qaçaxçîtiyê li Îraqê dikin.