Iraq û Misrê li Qahîreyê 11 belgenameyên hevkariyê îmze kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Civînên xula çarem a Komîteya Bilind a Hevbeş a Iraq û Misrê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî û Serokwezîrê Misrê Mistefa Medbûlî li Paytexta Îdarî ya Nû ya Qahîreyê bi dawî bûn û di çarçoveya wan civînan de, 11 belgenameyên hevkariya dualî di navbera herdu welatan de hatin îmzekirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, armanca peyman û yadaştnameyên hatine îmzekirin ew e ku çarçoveyên hevkariya dualî bên bihêzkirin û hevbeşiya di navbera herdu welatan de di warên cuda de bê berfirehkirin. Herwiha tekez kir ku ev gav dê xizmeta berjewendiyên hevbeş bike û asoyeke nû li ber peywendiyên aborî, bazirganî û veberhênanê veke.
Belgename û yadaştnameyên hatine îmzekirin ev in:
- Protokola civînên xula çarem a Komîteya Bilind a Hevbeş a herdu welatan.
- Rêkeftina dûrketina ji baca dubare û rêgirtina li xwevedizîna ji baca li ser dahat û sermayeyê.
- Yadaştnameya têgihîştinê di warê derman û pêdiviyên bijîşkî de.
- Yadaştnameya hevkariyê di warê radyo û televîzyonê de.
- Yadaştnameya têgihîştinê ji bo pêşxistina samanê masiyan.
- Yadaştnameyek derbarê çavdêriya nukleerî û tîşkdanê de.
- Yadaştnameyek ji bo hevkarî û pevguhertina şarezayiya zanistî û lêkolînan di warên cuda de.
- Yadaştnameyek di warê standard û kalîteyê de.
- Du pêvekên yadaştnameya têgihîştinê ji bo hevkariya di warên ciwanan û werzişê de.
Li gel vê yekê, bernameya cîbicîkirinê ya yadaştnameya têgihîştinê ya di navbera Wezareta Plansaziyê ya Iraqê û Peymangeha Niştimanî ya Plansaziyê ya Misrê de hat pesendkirin û bi fermî hat îmzekirin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî duh Duşemê, bi serokatiya şandeyeke bilind gihiştibû Qahîreyê. Elî Falih Zeydî di çarçoveya serdana xwe de bi Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî re civiya û di wê hevdîtinê de rêyên xurtkirina peywendiyên dualî û hevahengiya hevbeş derbarê mijarên herêmî û navneteweyî de hatin gotûbêjkirin.