Omêd Xoşnaw bû Parêzgarê nû yê Hewlêrê

Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw, îro weke 44emîn Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.

Hewlêr (K24) – Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw, îro weke 42emîn Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.

Ji 30 endamên Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, bi beşdariya 23 endaman, îro 8ê Sibata 2021ê, encûmen ji bo hilbijartina parêzgarê nû civiya û bi dengên 18 endaman, Omêd Xoşnaw weke Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.

Bi giştî 3 namzed di civînê de amade bûn û CV ya wan her sêyan hat xwendin, ku Umêd Xoşnaw namzedê herî diyar bû.

Omêd Xoşnaw namzedê PDKê bû ku di encûmenê de partiya wî piranî ye û rêkeftina wê ligel aliyên din ên sereke heye, lê belê civîn bi boykotkirina nûnerên Goran, Yekgirtû û Komel dest pê kir.

Piştî ku li Encûmena Parêzgehê dengdan ji bo parêzgar hat kirin û hat pesendkirin, biryar dê ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê re were şandin, piştre nivîsa Herêmî ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê were derxistin û Omêd Xoşnaw weke parêzgarê nû, sonda yasayî bixwe û dest bi kar bike.

Hilbijartina parêzgarekî nû ji bo Hewlêrê piştî wê yekê tê ku Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrusa Koronayê di 18ê Mijdara 2020an de jiyana xwe ji dest dabû.