Omêd Xoşnaw wek Parêzgarê Hewlêrê sûnda yasayî li pêş Serokê Herêmê xwar

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Fermana Herêmî ya destbikarbûna Omêd Xoşnaw wek parêzgarê nû yê Hewlêrê îmze kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Fermana Herêmî ya destbikarbûna Omêd Xoşnaw wek parêzgarê nû yê Hewlêrê îmze kir.

Di merasîmekê de, bi amadebûna Wezîrê Navxwe, Omêd Xoşnaw li pêş Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî xwar.

Di gotinekê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li parêzgarê nû yê Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwat.

Herwiha amaje bi wê da, erkê parêzariya Hewlêrê giran e, bi taybet ku di vê rewşê de gelek pirsgirêk û qeyran rûbirûyî Herêma Kurdistanê bûne.

Tekezî li wê jî kir, parêzgarê Hewlêrê divê parêzgarê hemû xelkê parêzgeha Hewlêrê bi hemû pêkhateyên wê be û bi yek çavî li hemû aliyan binêre.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî parêzgarê berê xwedêjêrazî Diktor Firset Sofî bi bîr anî ku bi nexweşiya Covid-19 koça dawiyê kiribû û pirse û sersaxî li hemû malbatên ku bi sedema wê nexweşiyê ezîzên xwe ji des dane kir. Herwiha parêzgarê şehîd xwedêjêrazî Firansiwa Herîrî jî bi bîr anî ku îro 18ê Sibatê, salvegera şehîdbûna wî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Omêd Xoşnaw dilniya kir ku her hevkarî û piştgiriya xwe û Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re dibe, ji bo di erkê xwe de serkeftî be û bikare bi baştirîn awa xizmeta parêzgeha Hewlêrê û welatiyan bike.