Nûnerê Sûriyê: Em alîkariya navdewletî naxwazin
Dibêje ku hê artêşa welatî bihêze û karê berevaniyê li xwe bike
K24- Navenda Nûçeyan
Balyozê Sûriyê li Netewyên Yekbûyî (NY) got ku, ew alîkariya navdewletî naxwazin û Artêşa Sûriyê bi hêz e û dikarê bervaniyê li xwe bike.
Beşad Caferî ragehan jî ku “em daxwaza alîkariyê ji kesekî nakin, tenê me daxwazek heya ji wan welatên ku pişgiriya terorê dikin ku wan piştgiriyên xwe rawestînin, herwiha rê nedin terorîstan li ser sînorên me ligel Turkiya, Urdin û Libnanê derbas bibin. Ji ber artêşa Sûriyê bi xwe dikare rûbruiyê wan terorist bisekine.
Cafaerî dirêjahî bi gotina xwe da û wiha axifî: “Mebesta min ne tenê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) yan jî rêxistina Alqaîde ye lê hemû grûpên opozîsyonê li seranserî Sûriyê di van çar salên derbasbûyê de yê di şerê Sûriyê de derketinê hole.
Hêjayê gotinê roja Çarşemê rêkeftîa(3.06.2015) û di civîna Encûmena Asayî derbarê Yemenê de herwiha Encûmena Asayîşa Nêvdewleyî behsa bikaranîna xaza Kilorê ji aliyê Sûriyê ve gotûbêjkir da biryara dadgehê bi wan aliyên tometbar derxîne.