Volkana Firatê 4 gundên din li Kobanî rizgarkirin
Termê 10 çekdaran ketiye dest şervanan de,
K24- Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya berdewamiya operasyona rizgarkirina bajarê Girê Sipî de, Hêzên Volkana Firatê 4 gundên din ji rêxistina(DAIŞ)ê rizgarkirin kirin.
Di beyanameyekê de berdevkê odeya operasyona hêzên Volkana Firatê Şervan Derwîş ragehand ku hêzên wan di şer û pevçûnên lige rêxistina DAIŞê de karîne 4 gundên din li bakur û rojhelatê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku bi 12 kîlometran ji bakurê kargeha çementoyê dure rizgarbikin.
Herwiha di beyanameyê de hatiye nivîsîn ku ew gundên ku ji bin destê rêxistina (DAIŞ) ê de kontirol kkirin gundên (Elkane,Metras,Colbeg û Colgan)in.
Şervan Derwîş da zanîn ku hêzên wan 7 çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ)ê kuştin û bidehan çekdarên wê rêxstinê neçarbûn birevin herwiha 10 termên kuştiyên xwe û çek û teqemeniyên bicî bihêle.
Navborî eşkere kir jî ku hêzên wan destdaniye ser gelek çekan bi core Doşka 12.5 û Medfeh 23û hinek çekên din.