Amerîka kuştina 20 welatiyên taîfa Durzî li Sûriyê şermezar dike
Ji aliyê çekdarên Cebhet El-nusra ve hatibûn kuştin
K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîkayê kuştina 20 welatiyên Sûriyê ji Taîfa Durziyan ji aliyê rêxistina Cebhet El-nusra ve şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jeff Rathke di civîneke rojnamevanî de ragehand û got :" kuştina 20 welatî ji taîfa Durziyan li Suriyê diyardike ku rêxstina Cebeht El-nusra bi van kiryarên xwe yên terorîstî berdewam dimîne û li dijî miletê Suriyê ye herwiha kiryarên wê dijî mafên Gelê Sûriyê ye di avakirina Sûriyeke Demokrasî û medenî re herwiha welateke xwedî paşerojeke serkeftî li gorî daxwazên welatiyên wê".
Jeff Rathke dirêjahî bi axiftina xwe kir û da zanîn ku tawanên ku Cebhet El-nusra dike ne li gorî daxuyaniyên serkirdeyê wê Ebo Mihemed Elcolanî ne, dema berî neha di hevdîtineke xwe ya Telefizyonî de ragehand bû ku Cebhet El-nusra wê mafê kêmnetewan biparêze û li dijî wan naderkeve.
Ji aliyeke din ve û piştî buyer qewmî encûmena Mezhebî ya Taîfa Durziyên Yekbûyî civîneke ewarte li welatê Lubnanê girêdan û tê de daxwazkirin ku Taîfa Durziyan ji rêxistina Cebhet El-nusra û Rêxstina DAIŞê were parastin.
Ji aliyê xwe ve jî Parlamentoyê Lubnanî û Serokê Partiya Pêşvero ya Sosyalêst Welîd Combilat daxwaz ji Şêxên Taîfa Durziyan kir, ku doseya armanckirina Taîfa Durziyan li bajarê Idlib û Siwêda were gotubêjkirin û helwestek were standin.
ew 20 welatiyên Taîfa Durzî li Parêzgeha Idlibê bakurê û rojavayê Sûriyê hatîne kuştin.