Pêşmergeyên Kurdistanê dikarin rojiya Remezanê negrin

Berpirsê desteya fetwayê vê rewşê zelal dike

K24- Hewlêr

Yekîtiya zanayên Herêma Kurdistanê di Fetwayekê de ragehandin ku ji ber rewşa pêşmerge li beriyê şer û rûbrûbuna wan li hember her êrîşekê li ser ax û xelkên Kurdistanê dikarin rojiya remezanê negrin.

Berpirsê Desteya bilind ya fetwa ya Herêma Kurdistanê Mela Mihmed Wertî  li ser pirsa nivêj û rojîgirtina heyva Remezana pîroz ji aliyên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê fetwayek derxist û wiha bersiv bersivî:

Yekem: di demê şer û pevçûnan de li bereyên şer dikarin nimêjan li ser piyê xwe bikin lê eger beriyên şer arambû wê demê wê nimêjên xwe di demê diyarkirî de bikin, herwiha eger tirsa şer û pêkdanana hebe dikarin nimêjên xwe kom bikin û li ser hev bikin lê eger beriyên şer arambû êdî problem namîne.

Duyem: sebaret bi rojîgirtina heyva Remezana pîroz beriyên şer dibe weke seferê taybet ku pileyaên germahiyê jî bilindbe lewma pêşmerge dikarin rojiya Remezanê negrin û piştre qeza bigrin.