Eniya Al Nusra 8 welatiyên bajarê Efrînê serbest berdidan

Li ser reya Helebê hatibûn revandin

K24- Efrîn

Çalakvanan ji bajarê Efrînê ragehandin ku Cebeh El-nûsra 8 welatiyên bajarê Efrînê serbest berdan.

Çalakvanan diyar kirin ku ew 8 welatiyên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dema dixwestin herin bajarê Helebê li bakurê Sûriyê ji aliyê çekdarên Eniya Al-Nusra ve hatibûn girtin, tevî ku tu peywendiyên wan bi aliyên siyasî û leşkerî re nebûn.

Li gorî ku agahiyên çalakvanan ew girtiyên Kurd ji aliyê  lêkolîn ligel wan hatibû kirin, neha serbest hatin berdan tenê 4 şûfêr  li bajarê Idlibê cem çekdaran man.

Ew welatiyên Kurd ji gundên: Kokan, Maseka, Senarê, Birbenê, Sînika, Gorda, kemrûk û gundê Elî Caro ne.