Li Qamişlo teqîn, 2 şehîd hene

Xwekuj ereb bû û cilûbergên asayişê liber xwe kiribûn

K24- Navenda Nûçeyan

Çalakvanên sivîl li bajarê Qamişlo ragehandin ku teqîneke xwekujî li navendeka asayîşê ku di keve nava bajêr de çêbû di encam de 2 endamên Asayîşê şehîd ketin û 4 din jî birîndarbûn.

îro sibehê, 21 Hezîranê, li gorî agehiyên ku gehane destê me teqîneke xwekujî li navenda asayîşa bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çêbû di encama wê teqîna xwekujî de li gorî çalakvanan eşkere kirîn 2 karmendên asayîşê şehîd ketin û 4 birîndar bûn.

Li gorî agahiyan xwekuj bi regez Erebe û cilûbergên asayîşan li ber xwe kirbû berî kiryara xwekujiyê jî şer  di navbera wî û karmendên asayîşê de derketibû.