Erdogan mizgefteke gewre di qesra xwe de vedike
Erdogan mizgeftekê di qesra xwe ya gewre de vedike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê yê îslamî roja îniyê li Enqerê mizgefteke gewre di qesra xwe ya gewre de vekir.
(Mizgefta gelê Bîstîb) bi çar minaran e û li ser zemînekî biqasî 5175 metroyan çarkoşe hatiye avakirin.
Erdogan li ser avahiya mizgeftê got “mizgeft ji encama tevlîbûna endezyariya Osmanî û ya Selcoqî hatiye avakirin” Mîna endezyariya qesrê bi giştî.
Opizîsyona Erdogan jî rexnê lê dikin ku qesra bi 1150 ode û bi 615 milyon dolar hatiye avakirin, nîşana desthilatiya wî ye.
Erdogan tekez dike jî, ku ew sembol hêjayî “Tirkiya nû” ye.