Li Hêwlêrê yekemîn gotara Înê ya bi tirkmenî hat dayîn

Piştî ku beriya niha tenê bi kurdî dihat dayîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Herêma Kurdistanê yekemîn gotara roja Înê ya bi zimanê tirkmenî hat xwendin. Piştî ku beriya niha tenê bi kurdî dihat dayîn.

Piştî ku pêşniyara dayîn gotara Înê ya bi tirkmenî li Parlementoya Kurdistanê hat pesendkirin, duh, 3 Tîrmehê, yekemîn gotara bi zimanê tirkmenî li mizgefta dîrokî ya taxa Teicîl li Hewlêra paytext hat dayîn.

Parlementerê Eniya Tirkmenî li Parlementoya Kurdistanê Aydin Merûf daxuyaniyek da AAyê û got: "Me ji bo ku gotara bi tirkmenî yasayî be, me pêşniyar pêşkeşî Parlementoya Kurdistanê kir. Di encama xebatên dirêj de ev pêşniyara me hat pesendkirin."