Îmarat Erebî alîkariya “milyonek” penaber li Kurdistanê dike

ew kampaniya wek “diyareiya cejna Remezanê bû

K24-Navenda Nûçeyan

(K24) Bi mebesta alîkarîkirina penaber û derbiderên  li Herêma Kurdistanê, Îmarata Erebî dest bi kampaiyayeke alikariyê kir, dê milyonek kes sûdê jê werbigre.

Balyozê Giştî yê Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê, Raşid Mensûrî ragehand wan ew kampaniya wek “diyareiya cejna Remezanê” bi alîkariya hemû aliyên peywendîdar û bi serpiriştiya Heyva Sor a Îmaratî ev destpêkirine, dê heta dawiya meha Remezanê jî berdewam be.

Heta niha 250 hezar penaber û derbiderî sûd ji wê kampaniyayê wergirtine, alîkarî jî bi du awayan tên parvekirin, awayê yeke alîkariyên heftane ne, awayê duyem jî ji kelûpelên xwarinê pêk tê ku bo heyama 2 heftiyan têra penaberan dike.

Mensûrî diyar kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî şirîkeke stratejî ye ji rêxstina Heyva Sor ya Imaratî re ku heta neha kariye lîsteya navê malbatan amadebike û li gorî wê lîsteyê alîkarî têne parvekirin.

Navborî tekez kir jî ku, dê milyonek derbider û penaber ên di nava kampan de û yên li ser bajaran parvebûne, sûdê ji wê kampaniyayê werbigrin.