Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ketin lîsteya UNESCO

Bi vî awayî jimara heyînên di lîsteyê de yên Tirkiyeyê gihaşt 14an. Sûrên Amedê yek ji cihên herî kevn ên dîrokî ne.

K24-Amed

UNESCO biryar da ku Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê bikevin nava Lîsteya Mîrateyên çandî ya cîhanê.

Wezîrê Çande û Geştiyariyê Omer Çelîk li ser Twittera hesaba xwe ya fermî daxuyaniye belavkirye û têde dayezanîn ku Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya mîrateyên cîhanî ya UNESCO de hatiye qeydkirin.

Çelîk biryar weke mizgîniyekî wesif kir û wiha axifî:

"Xeber kêliyek beriya niha ji Civîna Heyama 39emîn a Komîteya Mîrateya Dinyayê ya li Almanyayê hat. Bi vî awayî jimara heyînên di lîsteyê de yên Tirkiyeyê gihaşt 14an. Sûrên Amedê yek ji cihên herî kevn ên dîrokî ne.

 Baxçeyên Hewselê jî axên bi bereket ên ku li kêleka Dîcleyê hatine avakirinin. Di heman civînê de dê li ser dosyeya me ya Efesê hevdîtin bê kirin. Ji bo kêfxweşkirina me dor niha li Efesê ye. Ez spasiya ew kesên ku di seranserê pêvajoya namzediyê de ked dan, dikim."

Biryar, li salona civînê ji piyan ve bi çepikan hate pêşwazîkirin û endamên welatan, biryar li hevserokên Şaredariya Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak pîroz kirin. Piştî aşkerebûna biryarê Kişanak û Anli, spasiya rayedarên UNESCO yê û kedkaran kir.