Yonanistan û referandûma yekalîker

Ev referendûm taybete bi biryardana li ser “plana rizgarkirina darayî”

K24-Navenda Nûçeyan

Dengderên Yonanistanê berê xwe didin navendên dengdanên, daku biryar li ser referandûmeke yekalîker bidin, derbarê mercên ku çend welatên Ewropî bi mebesta rizgarkirina Yonanistanê pêşkeş kirine.

Demjimêr 07:00 bi dema Yonanistanê, welatî çûn ser sendûqên dengdanê, dê prose jî heta demjimêr 19:00 berdewam be.

Di van hilbijartinan de, nêzîk 10 milyon kes mafê wan ê dengdanê heye, welatiyên li derveyê Yonanistanê jî nikarin li derveyî welêt beşdarî proseyê bibin.

Ev referendûm taybete bi biryardana li ser “plana rizgarkirina darayî” ya ku çend welatên Ewropî bi mebesta rizgarkirina Yonanistanê ji qeyrana darayî ya li wir peyda bûye, pêşkeşî hikûmeta wî welatî kirine.

Çaverê ye ku encamên destpêkê îro danê êvarî belav bibin, dê encamên referandûmê jî bandoreke berçav li ser welatên Ewropî bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Yonanistanê Alexis Tsipras daxwaz ji dengderan kiribû ku wan mercên Ewropayê red bikin.

Serkirdeyên Ewropî jî beramber vê daxuyaniya Tsipras de hişiyarî ji wê yekê dabûn ku eger ew merc neyên qebûlkirin “dibe ku Yonanistan ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.