Amerîka dê bêhtir piştgiriya xwe bo opizisyona Sûriyê bike

ew nikarin rêgiriyê ji "êrîşên tekane" re li Amerêka de bigrin

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Barak Obama ragehand ku dê welatê wî alîkariyên xwe bo opizisyona Sûriyê di şerê navxweyê yê wî wetaî  de zêdetir bike.

Obama soza alîkariya  Amerîka di civîneka ku li Wezareta Berevaniya Amerîka de çêbû dan, herwiha dazanên ku ew nikarin rêgiriyê ji "êrîşên tekane" re li Amerêka de bigrin lê tekez kir ku welatê wî wê berdewam be li ser çavdêrîkirina çavkaniyê aborî yên rêxistina DAIŞê.

Ji aliyeke din ve Obama behsa wê yekê kir ku jinavbirina DAIŞ û serkeftina Amerîka li Iraqê jî girêdayîye bi  hebûna alîgireke bihêz li ser erdê, herwiha perwedekirina xwebexşên Sûne û peydabûna çekên pêşkeftî ji artêşa Iraqê re.