Eniya Nusra li Helebê teqîneke mezin kir
Teqîn li taxa “Cum'iyêt Zehraa” ya bakurê Helebê bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Eniya Nusra li Helebê êrîşeke xwekujî li dijî baregeheke rêjîma Sûrî pêk anî, di encamê de 25 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh ragehand ku “Eniya Nusra li taxa “Cum'iyêt Zehraa” ya bakurê Helebê êrîşeke xwekujî li dijî baregeheke leşkerî ya rêjîma Sûriyê kir, di encamê de 25 leşker hatin kuştin.”
Ji aliyê xwe ve telefîzyona Sûriyê ya fermî got “Artêşa Sûrî karîn otombîleke bombekirî li taxa “Cum'iyêt Zehraa” û berî bigehe armanca xwe biteqandana.”
Rêveberê Rewangehê got jî, wek bersivedanekê li ser pêşketinên çekdarên opozîsyonê li taxa “Cum'iyêt Zehraa”, rêjîmê cihên çekdaran li wê taxê topbaran kirin.