Hozên Sûriyê li ser jinavbirina DAIŞê rijdin

yên herî bi bandor in li Sûriyê

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerên çend hozên “bibandor” ên Sûriyê li Cenêvê ligel çend welatên rojava û Kendava Erebî civiyane, danûstandin jî taybet bi şerê li dijî DAIŞê bûn.

Rojnameya (The Independent) di hejmara xwe ya îro, 8ê Tîrmehê, de belavkiriye ku, ew hozên ku li Cenêvê civiyne “yên herî bi bandor in li Sûriyê” û rijdbûna xwe li ser şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) anîne ziman.

Li gor nûçeyê, wan hozên Sûrî “hevpeymaniyek” avakirine û civîna wan a ligel çend welatên rojava û Kendava Erebî, bi nehênî li Cenêvê birêve çûye.

Nûnerên wan hozan destpêkê ligel çend wezîran ji Erebistana Siûdiyê û hejmarek welatên din ên Kendava Erebî civiyane, çaverê ye jî ku ligel Şahê Urdinê Ebullayê Duyem bicivin. Lê amaje bi navê wan welatên rojava nehatiye kirin.

Nûnerê yek ji wan hozên Sûrî yên ku li Cenêvê ne ji (The Independent) ragehandiye ku, ew bêyî alîkariya Amerîkayê şerê DAIŞê dikin û daxwaz ji welatê navborî kir ku bi rêya firokeyan alîkariya wan bike.