Tirkiyê dergeheke sînorî li pêş penaberên Sûrî vedike
Bo helkefta çejna Remazanê dergeha sînorî “Bab El-Selamê” vedike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê biryara vekirine deriyekî sînorî ligel Sûriyê da, lê tenê ji bo vegera wan penaberên ku dixwazin vegerin warên xwe.
Li gor ku ajansa AAyê ragehandiye, desthilatên Tirkiryê duh, 8 Tîrmehê, bi helkefta çejna Remazanê dergeha sînorî “Bab El-Selamê” ji Sûriyên ku dixwazin vegerin nav malbatên xwe vekirin.
Di salên borî de û bi taybetî di dema cejna Remezanê de penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dikarîn bi karta “Kumlik” (nasnameya penaberiyê ya ku Tirkiyê daye penaberan) di wê xala sînorî de derbas bibane, lê neha ti agahiyên piştrastkirî derbarê hatina wan careke bo Tirkiyê ne diyar e.
Dergeha sînorî “Bab El-Selamê” bi mehekê berî hilbijartinên Tirkiyê (7 Huzêranê) hatibû girtin.