Hejmara penaberên Sûrî 4 milyonan derbas dike

di nava 10 mehên borî de milyonekî zîdekiriye

K24-Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragehand ku hejmara penaberên Sûriyê 4 milyon derbas kiriye.

Serokê UNHCR Antonio Guterres di daxuyaniyekê de diyar kir ku, hejmara penaberên Sûriyê bi  sedema krîza ku ji sala 2011 ve dest pêkirye, di nava 10 mehên borî  de milyonekî zîdekiriye, herwiha da zanîn ku ev mezintirîn pêla penaberiyê ye di vê serdemê de.

Guterres diyar kir ku pêwîstiya wê hejmara mezin a penaberan bi alîkariya hemû cîhanê ye lê mixabin di rewşeke “zehmet û hejariyeke mezin” de dijîn.

Beşê herî mezin yên penaberên Sûriyê li welatên derdora wê niştecîbûne ku hejmara wan 4 milyon û 13 hezar penaberin ji wan milyonek û 800 hezar li Turkiyê ne.

UNHCRê pêşbînî dike jî ku hejmara wan penaberan heta dawiya sala 2015an bighe 4milyon û 27 hezar kesî, ji bilî 7milyon û 600 hezar derbiderên li nava Sûriyê.