Îran bo Tirkiyê: Dê Sûriyê bibe goristana we

"Em naxwazin Sûriyê bikin gorstan ji çekdarên tirkiyê re"

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Komîtya Parastina Netewî û Siyaseta Derve li Parlamentoya Iranê, Mensûr Heqîqet Bor, nerazîbûna xwe li ser egera destêwerdana Tirkiyê li nav axa Sûriyê û hewldanên avakirina nevçeyeke tampon, anî ziman.

 Mensûr Heqîqet Bor gefên tund li Tirkiyê xwarin û got:"Em naxwazin Sûriyê bikin gorstan ji çekdarên tirkiyê re" herwiha diyarkir ku her destewerdaneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê li nav axa Sûriyê “biryareke bê aqila ne ye ” û guman kir ku dê artêşa Tirkiyê li dijî wê biryarê helwestê werbigre.

Beriya neha Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Erebî û Efrîqî yê Îranê, Hisên Ebidellheyan, ragehandibû ku ew gava ku Tirkiyê biniyaze bistîne “krîza Sûriyê çareser nake.”