Desthilatên Tirkiyê şaneke DAIŞê li stambolê digire
Alîgirên partiya Gelan a Demorkratîk armanc dikirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Desthilatlên Tirkiyê şeva çûyî hejmarek ji wndamên DAIŞê li Stambolê girtin, hinek ji wan jî çekdar bûn.
Li gor niştecihên taxa Silêman Paşa ya Stambolê ku wê gropê bi taybetî endam û alîgirên partiya Gelan a Demorkratîk armanc dikirin.
Herwiha amaje bi wê yekê jî kirin ku vê sane bi şevê derdiketin kolanan û destdirêjiya hemwelatiyên Kurd dikirin.
Piştî giliyên niştecihên taxê, desthilatên Tirkiyê ew grop di jêrzemîna avahiyekê de girtin.