Danûstandinên fermî ji bo damezrandina Hukûmeta Tirkiyê
Gera Ehmed Davutoglu bo damezrandina Hukûmetê
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê hukûmeta Tirkî Ehmed Davutoglu îro 13 Tîrmehê dest bi danûstandinên damezrandina hukûmeteke hevpeyman dike.
Biryar e gera Dauvdoglu ya danûstandinan îro demjimêr 2 piştî nîvro bi hevdîtina serokê CHPê Kemal Kîlîçdaruglu destpê bike.
Herwiha roja sêşemê bi serokê MHPê Devlet Bahiçlî re û roja çarşemê jî bi hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş re hevdîtinan bike.
Hevdîtinên Davutoglu dê bi dijwarî were kirin, bi taybet bi her du partiyên dijberiyê yên sereke re, nexasim piştî mercên wan derbarê vekirina lêkolînan dosyên gendaliyê û kêmkirina rola Erdogan ya siyasî.
Ji aliyê xwe ve HDPê bi eşkere diyar kirk u ti hevpeymanan bi AKPê re nake.
Berî birêketina danûstandinan, Davutoglo pêşbîniyên xwe derbarê rêkeftinê bi her du partiyan re CHPê û MHPê re anî ziman. Lê duh êvarê Davutoglo vegerî li ser desthilatên Erdogan got “Kî vê pirsgirêkê veke, ji destpêkê de danûstandinan pûç dike.”
Erdogan di 9 Tîrmehê de Ehmed Davutoglu bi danezrandina hukûmetê raspêra, moleta 45 rojan jî li pêş Davutoglu hene ku hukûmeta nû damezrîne.