Şerê Sûriyê bandora xwe li ser navên zarokan dike

malbatên kû zarokên wan dibin siya şer de çêbûne navên ku şer bi bîra mirovan tîne weke şervan û dilsoj li zarokên xwe dikin

K24-Navenda Nûçeyan

Êş û jana ku penaberên Sûriyê dikşînin Pandora xwe li ser navê zarokên ku nû jidayik dibin kiriye.

Hin malbatên ku di kampan de dijîn navê weke (dilbirîn ,dilêş, bê war û bêkes) li zarokên xwe yên ku nû ji dayik bûne dikin, herwiha malbatên kû zarokên wan dibin siya şer de çêbûne navên ku şer bi bîra mirovan tîne weke şervan û dilsoj li zarokên xwe dikin.

kesên ku li Sûriyê dimînin di rewşeke  dijwar de dijin wiha dibêjin "eger em li Sûriyê di nav aramî û xweşiyê de bijyane me  yê navê Evîn li zarokên xwe bikira lê ji be em di nev şer û pevçûnan de dijîn em navê ku rewşa me dide berçav kirin bikartînin weke" dilbixwîn"

Li nav kampan, zarokên bi navê bêwar û xwîndar jî hene.

Welatiyek ji bajarê Qamişlo ku beriya 10 roj ku xwedê keşk dayê, dibêje: ”Ez nizanim kîjan navî li zaroka xwe bikim naxwazim di bin bandora şer de navekî lê bikim ji ber vê yekê min hizr kir k u ez nave warşîn li zaroka xwe bikim".

Heta neha tenê li kampa Barîka ya li Silêmaniyê 200 zarok ji dayik bûne, malbatên wan jî di bin bandora şer û jiyana xwe ya dijwar nav li wan kirin.