Clinton: Nabe Îran çekê atomî bidest bixe

Clinton: Hîç razî nabin ku Îran çekê atomî bidest bixe

K24 – Navenda Nûçeyan

Hillary Clinton tekez dike ku Îran dê çekê atomî bidest nexe heger ew wek serokê Amerîka hate hilbijartin.

Kandîdê Demokratiyan ji hilbijartinên serokatiya Amerîka re duh 14 Tîrmehê di daxuyaniyekê de li Veinnayê got “heger ez wek serok hatim hilbijartin, ezê bi her awayekî Îran neçar bikim ku rêzê li bendên rêkeftinê bike.”

Cliton derbarê rêkeftina ku duh sêşemê li Viennayê hatiye îmzekirin di daxuyaniyê de got jî “Divê name ji Îranê re zelal be, em hîç razî nabin ku Îran çekê atomî bidest bixe, netenê di mawa diyarkirî de tenê.”

Clinton nîşana wê yekê jî da “li gor agahiyan û lêvegera belgeyan, ez piştevaniya rêkeftinê dikim, ji ber ku rêkeftin nahêle Îran xwediyê çekê atomî bibe.”

Clintonê metirsiya Îsraîlê ji vê rêkeftinê anî ziman û got “Tevî vê rêkeftinê, Îran rikberiyekê ji Amerîka û hevalbendê wê Îsraîlê re çê dike.”

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Îsraîlê duh ragehandibû ku Îsraîl bi vê rêkeftinê ne pabend e û got ev “Çewtiyeke dîrokî ye”