Human Rights: "YPG zarokan leşker dike"
berê neha li ser belgeya rêxstina "bangewaziya Cûnêfê" imzekirbû û soz dabû ku zarokên kêmî 18 salî nebine leşker.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêxstina Human Rights a Mafê Mirovan ragehand ku Yekîneyên Parastina Gel(YPG) heta neha leşkeriyê bi zarokên kêmî 18 salî dike.
Di daxuyaniyekê de rêxstina Mafê Mirovan Human Rights da zanîn ku ne tenê YPG zarokan di kiryarên şer de bikartîne belko hemû girûpên çekdar li Sûriyê de leşkeriyê bi zarokan dikin, û ev yeke binpêkirineke ji mafê Mirovan ne.
Li gorî rêxstina navborî diyarkirî ku Yekîneyên Parastina Gel berê neha li ser belgeya rêxstina "bangewaziya Cûnêfê" imzekirbû û soz dabû ku zarokên kêmî 18 salî nebine leşker.
Herwiha rêxstinê eşkerekir ku wan lîsteyek komkirye ku navê 59 zarokan têde ye 10 ji wan temenê wan kêmî 15 salî ne û ji Têrmeha 2014 de di nav rêzên YPG de şer dikin.