Hevdîtinên avakirina hikûmeta nû li Tirkiyê berdewam e

Ahmet Davutoglu ji bo avakirina hukûmeta nû hevdîtinan dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Gera serokê hukûmeta Tirkiyê Ahmed Davutoglu bo avakirina hukûmeteke hevpeyman berdewam e û îro bi HDPê re dicive.

Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davutoglu ku ji bo avakirina hukûmeta nû hatiye erkdarkirin, biryar e îro 15 Tîrmehê li navenda giştî ya HDPê bi hevserokên wê partiyê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdago re bicive.

Herwiha ku di helmeta hilbijartinên 7 Huzêranê de berbijêrên her du partiyan AKPê û HDPê, zimanekî tûj li hember hev bikar tînan.

Di gera hevdîtinên Davutoglu de her du partiyan MHPê û CHPê jî qebûl nekirin ku hukûmeteke hevpeyman bi AKPê saz bikin.

Tê zanîn ku berê HDPê ragehandibû ku pişikdariya hukûmeteke hevpeyman bi AKPê re nake.