Di teqîna Pirsûsê de 31 şehîd û 104 birîndar bûne
Wezareta Navxwe sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe yaTirkiyê ragehand ku di encama teqîna bajarê Pirsûsa Bakurê Kurdistanê de 31 welatiyên sivîl şehîd bûne û 104 din jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragehand ku, li gorî amarên destpêkê hejmara qurbaniyên teqîna duh, 20 Tîrmehê ya ku li bajarê Pirsûsê hatiye encamdan heta neha 31 kes şehîd bûne û 104 din birîndarin.
Herwiha di daxuyaniyê de Wezareta Navxweyî bang li hemû kesan kirin ku li hemberî wê êrîşê mil bidin hev û “aqilê” xwe bikarbînin û diyarkir ku armanca wê êrîşê yekitî û yekparçeyiya welatê wan e.
Wezareta Navxwe sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hîviya başbûnê ji birîndran xwets û dazanîn ku dewleta wan wê di demeke nêzîk de kesên ew êrîş encam dane werin sizakirin.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî ragehdna ku, amajeyên destpêkê diyar dikin ku, ew kiryar ji aliyê DAIŞê ve hatiye encamdan.