Wezîrê Derve yê Fransayê dê sredana Iranê bike
"Ez ê heftiya bê li wir bim û hemû eger ji ç çûna min re pêkhatî ne
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Fransayê ragehand ku ew dê di heftiya werê seredana Iranê bike û li gel serokê wî welatî Hesen Rûhanî bicive.
Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius îro, 21 Tîrmehê, re ragehand ku piştî rêkeftina dîrokî ya di navbera grûpa 5+1 û Iranê de hatiye îmzekirin , w dê heftiya werê serdana Iranê bike.
Herwiha Laurent Fabius got: "Ez ê heftiya bê li wir bim û hemû eger ji ç çûna min re pêkhatî ne.”
Li gor kesên nêzîk ji Wezîrî Derve yê Fransayê, biryara serdan roja 29ê Tîrmehê were encamdan.
Serdana Fabius di demekê de tê ku berî neha Cîgirê Şêwermenda Elmanya û Wezîrê Aborî yê wî welatî Sigmar Gabril seredana Îranê kirbû ku yekemîn berpisê Ewropî serdana Îranê kiribû